Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dîfenbahya] de;

1. nebateka xemla malan e. bi pelên xwe yên fireh û zêde, û bejna xwe ya dirêj, di quncikên odeyan de dîmenên xweş derdixin holê.
ev 2 sal in li mala me jî yek heye. me ji marketê standibû û biçûk bû, lê niha gihaye bejna min.
nebatekî hinek jehrî ye. mirov pê namire, lê devê mirov dişewitîne û dikare bibe sedema werimîna zimên û ji ber vê yekê mirov dibe ku nekare, bo demekê biaxive. ji ber vê yekê, di îngîlîzî de 2 navên wê yên din jî hene;

1- dumb cane (şivikên ehmeqan): berê van nebatan wek ceza, dane koleyan. [faşîstên heram]
2- mother-in-law's tongue (zimanê jinbavê); sedema vê navê jî dîsa ev meseleya jehrîkirinê ye.

keyfa vê nebatê di nava malê de jî xweş e, çimkî li ber sihê jî gelek baş dikae bijî. zêde zêde avê jî naxwaze. dema ava wê hinekî zêde be, li ser pelên wê dilopên avê çêdibin û ji serê pelên wê wek dilopên baranê dibarin. loma jê re "çîçeka ku digirî" jî tê gotin.

Here lînkê



16.07.2020 12:24 | simurg56