Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [28 days later...] de;

1. ji fîlmên derbarê şewbê de ye. vîrûsek belav dibe û bajar dibin çolistan û hwd.
ya rast min di fîlmê de tiştekî resen nedît mixabin. tişta ecêb ew e ku heta nivê fîlmê mirov dibêje qey mesele safî bû û wê niha fîlm biqede lê belê fîlm hêdîka vediguhere fîlmekî din: du fîlm bi hev re *


tişta herî zêde jê aciz bûn ew bû ku lawikê pisiqlêtçi di nava çend rojan de veguherî ramboyek û yekîneyek ji leşkeran têk bir. temam dibe ku di wî de cewherek wisa hebe lê wisa nabe, divê mirov pêşîn binê karakterekî wisa tije bike da ku em ji vê metamorfozê de amade bin.

di fîlmê de tenê sahneyek ma di aqlê min de, di xwarinê de leşker di navbera xwe de diaxivin. ew ê feylezof dibêje "li gorî dîroka dinyayê, serdema mirovan wextekî gelek kurt e. û di eslê xwe de eger ev nexweşî mirovatîyê tune bike, wê dinya veguhere normala xwe." nêrînek xweş e. leşkerê serbaz jî fikra xwe dibêje "berî nexweşîyê jî mirovan hev dikuşt, niha jî wilo dikin. hingî ez dizanim, em hev dikujin. yanî tiştek neguherî."



20.07.2020 20:07 | simurg56