Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dlm roona] de;

1. stranek ya hero & frya e. ji bo min strana wan ya herî xweş û qîmetnedîtî (underrated) ye.



ji ber sergêjîya kurdên başûr ya di meseleya alfabeya latînî de, navê stranê wisa hatiye nivîsandin lê belê divîyabû wisa bûya: dilêm ron e
klîba stranê jî ber dilê min xweş bû.
gelek ji gotinan tê fêhm kirin lê dîsa jî min ji ber îngîlîzîya wê, wergera gotinan kir;

"dilêm ron e, ez ê carekî din te bibînim
berî ku şev, hîv û stêrk me ji hev veqetînin
û deng li me bibirin

bîne bîra xwe, demek nêz de wê hêstrên me bidawî bibin
û em ê bêguman bigihin dilê evîna me ya demên berê
ku me xwezî pê dianî

min rîya mala xwe wenda kiriye
lê qet neketim dudiliyê
di derbarê evîna di navbera me de

hemû wextên ku tu ne li cem min bî
evîna me ya kûr, her tim di dilê min de bû

dilêm ron e, ez ê carekî din te bibînim
dibînim ku ew roj tên, ez teqez zanim

ez naxwazim jiyana xwe bi tenê bijîm
salên ciwanîyê, bêyî evîn û dildarî derbas bikim
bêyî sedemek bijîm
qet nikarim bêyî te ser pîyan bim

min rîya mala xwe wenda kiriye
lê qet neketim dudiliyê
di derbarê evîna di navbera me de

hemû wextên ku tu ne li cem min bî
evîna me ya kûr, her tim di dilê min de bû

dilêm ron e, ez ê carekî din te bibînim
dibînim ku ew roj tên, ez teqez zanim

dilêm ron e, ez ê carekî din te bibînim
dibînim ku ew roj tên, ez teqez zanim
"



29.11.2020 21:06 ~21:08 | simurg56