Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [naygotin] de;

1. albûma herî serkeftî ya rotînda ye. kurteya "nayê gotin" e. di sala 2001an de derketibû. wan salan di derbarê zimanê kurdî de serê min bi pirsên ontolojîk tevlîhev bû. bi rastî zimanê kurdî zimanek serbixwe ye gelo? nexwe em ê fîlan hevokê çawa wergerînin kurdî? ev peyv çawa tê nivîsandin, bilêvkirina rastîn çi ye û hwd. ji ber ku wê demê înternet jî hê tune bû, materyal jî peyda nedibûn. yên heyî: rojnameya azadîya welat, ferhengoka pîne, çend pirtûkên kurdî û ewqas.
ez ne xelet bim, hevalên birayê min ku wê demê diçû lîseyê, jê re vê albûmê dîyarî kiribûn. him stran gelek xweş û serkeftî bûn him jî di destê min de gotinên stranan wek nivîskî hebûn. wê demê ez gelek peyvan ji vê stranê hîn bûm. niha jî piranîya stranan ji ber dizanim.
Here lînkê

wê demê albûma muhammed arif cizrawî fîlan jî cem me hebû lê min zêde ji gotinên stranên wî fêhm nedikir û jixwe şêweya wî jî ne li gorî min bû. loma cihê naygotin ji bo min naygotin *



01.12.2020 23:34 ~23:37 | simurg56