Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teremîn] de;

1. entrûmanek elektrîkî ye ku bêyî ku mirov dest bidê dikare lê bide. ji aliyê profesorê rûs, leon theremin hatîye îcatkirin. di sala 1928an de patenta wê standîye. Navên wê yên rastîn Termenvox/etherphone/Aetherphone e. lê paşê navê wê wek theremin hatîye pejirandin.
hunermendê ku lê dixe, wek teremînîst tê binavkirin. di cîhazê de du antenên metal hene ku li gorî pozîsyona destên teremînîst, di navbera wan de osîlasyon û frekansa sînyalan tê kontrolkirin û ev jî dengên cûda derdixe holê.
dengê entrûmanê carina hinekî tirsnak e; valahî, bêdengî û bêkesîtîyê tîne bîra mirov. loma soundtrackên hinek fîlman bi vê estrûmanê hatine çêkirin, wek: spellbound and the lost weekend, the day the earth stood still û first man.

haya min jî bi saya strana quarantine jê çêbû ku keyomerd li radyoya tirşikê zêde kiribû: Here lînkê




25.05.2021 22:30 ~22:31 | simurg56