Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hpv] de;

2. vîrûsa ku ji 200an zêdetir cûreyên pêk tê û nêzikî 40 hebên wan bi rîya têkilîya zayendî belav dibe. dikarin bibin sedama balûkan (tirkî:siğil) lê ya ji wê xerabtir dikarin bibin sedema kanserên weke ya servîkal (devê malzarokê), anal (zotik), orofarengîal (dev-û-gewrî), penîl (penîs), vulvar (der û dora organa zayendî ya jinan) û ya vagînayê.

berî çend salan ji bo vê vîrûsê derzî (parza, vaksîn) derket. ev parza dikare pêşî li piranîya balûkan û ji kansera servîksê bigire. yanî derzîyek serkeftî ye. cûreyên ku dibin sedema kansera servîksê, herî zêde tîpên 16 û 18 in.
tê pêşnîyarkirin ku zarokên di navbera 9-26 salî de werin parzakirin. çi keçik çi kurik, herkes dikarin werin derzîkirin. vê gavê ev derzî di programa derzîkirinê ya tirkiyê de tune, loma kesê dixwaze,
dikare bi pereyê xwe peyda bike û li xwe bide.



25.07.2021 07:06 | simurg56