Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dijberên derzîya covid19ê] de;

12. dijberên ku ji xwe re rûpelên blogan, wek çavkanîyên zanistî digirin. lol. li tevahîya dinyayê aqilmendekî wan tune gelo ku li gorî rêbazên zanistê gotaran binivîse?

ji bo îstatîsîtkan wisa tê gotin: eger hûn têra xwe îşkence li reqeman bikin, hûn çi bixwazin wê wê ji we re bêjin. meseleya îstatîstîk û zanistê jî ev e. lê zanist wisa naxebite. li dinyayê bi hezaran zanîngeh û mîlyonan lêkolîner hene. xêra xwe bila lêkolînek bikin. vaye rêbaz;

1- ji xwe re popûlasyonek dilxwaz bibînin. an jî herin ber derîyê nexwexaneyekê û ji nexweşên heyî destûr bistînin.
2- ji van nexweşan du komên wekhev ava bikin (ji aliyê temen, zayend û hwd. taybetmendîyan ve)
3- ji van koman yek jê wê derzî li xwe bidin. ya din jî wê redkarên derzîyê bin.
4- 6 mehan van, tendurîstîya wan bişopînin.
5- daneyên xwe kom bikin û rîya bernameyên îstatîstîkê bipîvin ka ferqa di navberê de ji aliyê îstatîstîkê ve watedar e an na.
xelas!

lê nakin. çima? çimkî nivîsandina ser medyaya sosyal hêsantir û bikartir e. tiştek din komîk ew e ku, bandorên neyînî û pirrsgirêkên din jî dîsa ji aliyê alîgirên vaksînan ve tên raporkirin. çima? çimkî armanca lêkolîneran ew e ku kêmasîyan derxin holê û jê re çareserî bibînin.

tê gotin ku bandorên neyînî fîlan yên derzîbûyîyan tên veşartin/tunekirin fîlan. yaw bi rastî, li gorî we motîvasyona vê yekê çi ye? çawa dibe ku li hemû nexweşxaneyên dinyayê, ji her reng û bawerî û nijadî, hemû karkerên tenduristiyê (doktor, hemşîre heta personelên paqijîyê) peymanek çêkirine ku van tiştan rapor nekin? weke mînak, gelo ew kî ye ku nahêle ez rapor bikim an jî di dosyeya nexweş de binivîsim?
heta niha min mirina nizam çend nexweşên koronayê rapor kirine bi riyên fermî. lê wê demê jî digotin doktor mirinan vedişêrin fîlan. heta çend doktoran lînç kirin. lê heta niha min tu bandora neyînî ya derzîyekê nedîtîye. gelo ez û bi milyonan doktorên din, em çima derewan bikin?

wexta hejmara mirinên ji koronayê xelet dihatin ragihadin, me li ji hemû derdora xwe re vê yekê aşkere digot. sazîyên me jî (ttb) vê yekê îspat dikirin. lê niha gelo em çima ev hevkarîya akpê dikin?

problema bawermendên pehnbûna dinyayê jî ev e: gelo kî çima bixwaze me li vê derewê bide bawerkirin?

herkes xwedîyê canê xwe ye. heçî bixwaze dikare xwe ji bên jî bavêje lê di vir de, mixabin tevgerên mirovan zerarê dide derdora xwe jî, ji ber vê yekê ye ku ez xîret dikim ku li vir binivîsim. nexwe bi rastî ne xema min e kesên ku derzîyê naxwazin û paşê ji koronayê dimirin.



27.07.2021 20:46 ~21:15 | simurg56

9. mirovên ku bi pistepist û gotegota tevdigerin. li gorî îstatîstîkên wan li Amerîkayê nêzikî 100 milyon kes hatine vaksînkirin û 3 hezar kes piştî vaksînê mirine. yanî 0.0003.
jixwe tu silav jî bidî 100.000.000 mirovan, wê 3.000 kes ji wan wê bi tesadûfî be jî bimirin.
korelasyon ne sedemîtî ye. yanî du tişt bi hev re çêbin, ev nayê wê wateyê ku sedema hev û din in.
heta niha bi sed milyonan doz derzî hat kirin lê hê hemû delîl nîşan didin ku derzî jîyana mirovan diparêze. camêr derzî li xwe dide, roja din tê dibêje ji ber derzîyê ez bûm hemoroid. zanist ne tiştek wilo ye. û kirina lêkolînên ser bandorên derzîyan jî qet ne zehmet e, kesên xwedîyê îdîayan dikarin îspatên xwe dênin.

ha tabî ez nabêjim tiştek wilo ne pêkan e. lê li gorî daneyên di destê me de, nebûna vaksînan dûrî mantiqê ye.

em vê jî dênin alîyekê, pîrika min bixwe ji ber koronayê krîza dilî derbas kir û ji mirinê filitî? em bandorên neyînî yên derzîyî qebûl bikin jî, haya we ji mirin û bandorên neyînî yên koronayê heye? an jî haya serkêşên we?

na, çimkî yên ku li hemberî vê nexweşîyê têdikoşin ne ew in. yên ku her roj nexweşên derzînekirî li ber çavên wan dimirin ne ew in. bila werin û ji nexweşên ber mirinê re behsa bandorên neyînî yên derzîyan bikin.

li nexweşxaneya ku lê dixebitim, her roj nêzikî hezar kes tên derdêzkirin lê me heta niha tu bandora neyînî nedît lê belê servîsên me bi nexweşên derzînekirî tije ne û 2-3 rojan carekê teqez hinek jê dimirin.

we bi rastî aqilê xwe xwariye. nexwe dema hûn bibin yê emeliyatê an jî anjîoyê fîlan jî, neyên nexweşxaneyê. haya we jê heye ku her roj çend kes di emelîyatan de dimire? tenê li tirkiyê her ror muhtemelen bi dehan. lê tabî di vê navberê de bi hezaran jî ji kanserê fîlan hatibin xelaskirin jî ev hîîç ne girîng e.

ya komîk ew e ku yên behsa bandorên neyînî yên derzîyan fîlan dikin di muayenexaneyên xwe de Dermanên organîk difroşin. yabî faz-4a wan nebatan hemûyan heye teqez asnshdh *



27.07.2021 14:54 ~15:04 | simurg56

7. sedema herî mezin ya xelasnebûna covîdê ye. li nexweşxaneya ku lê dixebitim, vê gavê 25-26 nexweş hene, her 2-3 rojan yek dimire muhaqqeq û tenê yek ji van jî ne derzîkirî ye. yanî hemû jî bêyî vaksîn in. jixwe dema parzaya sinovacê hat kirin, li nexweşxaneyê nexweşên pîr hema yekcar kêm bûn. êdî nexweşên ciwantir dihatin tenê, çimkî yên pîr derzêkirî bûn û êdî nexweş nedibûn. bibin jî giran nedibûn. welhasil ev helwesta nebûna vaksînê, dûrî aqilan e û xwedbînî ye ya rastî.

mirovên ku dema tên polîklînîkê dawa nivîsandina îlacan li min dikin û tu 10 îlacan carekê de binivîsî bêpirs dikarin vexwin, lêêê dema mesele vaksîn be pirsa bandorên demdirêj yên potansîyel û hwd. dikin. ew îlacên ku tu weke nan û pênîr distînî, tê bêjî qey li zozanên Kurdistanê şîn dibin. ew jî jixwe îlacên heman fîrmayan in. ku bixwazin, ne çîp, lê bombe jî dikarin tê de cî bikin *

dema beşek ji civakê derzî li xwe nede, nexweşî li cem wan dewam dike û rîya mutasyonê dibîne. vediguhere formên nû û êdî dikare ji nû ve yên derzîkirî jî nexweş bike. ev jî hemû keda mirovatîyê pûç dike.

sedem û motîvasyona dewletan ku herkesî vaksîn bikin ew e ku ekonomiya xwe xelas bikin.

bi kurtî di destê mirovên wisa de, tu argumanek aqilane tune. dijmin li ser te guleyan direşînin, tu jî dibêjî yaw niha ev mertal belkî min biparêze lê gelo zenga ser vê mertalê min nexweş neke û nekuje?!



27.07.2021 12:46 ~12:45 | simurg56