Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [têkiliya di navbera midyefiroş û mêrdîniyan de] de;

5. kêm zêde belî ye. li gorî gotinan di serdema şerê giran ya di navbera kurdan û dewletê de, nifşên ewil yên mêrdînî mala xwe anîne kuledibiya stenbolê ku li vir ermen û hindikayiyên din dijîn.(dibe ku) ji ber ku hanifi mîdyeyan naxwin an jî di çanda wan de tune, karê mîdyeyan di destê ermenan de ye. mêrdînîyên ku an şafî ne an jî suryanî ne, dest bi vî karî dikin. her ku mêrdînî tên stenbolê, ji nasên xwe yên vir, hînî vî karî dibin û wiha wilo wisa ev kar dikeve destê wan. helbet dibe ku ji bo piyase di destê wan de bimîne, zordestî fîlan jî kiribin.

wek mînak, di heman salan de ji sêrta rengîn * gelek kurd hatine mêrsînê. heçiyê ji sêrtê derketî, telefonî tekane mirovê xwe yê li rojavayê yanî li mêrsînê kiriye û hatiye. dema lîmana mêrsînê karker girtiye, hemû sêrtîyên me serî lê dane û gelek ji wan ketine îş. belê karkerên lîmanê hemû nebûn sêrtî lê gelek jê sêrtî bûn. heman tişt li gelek sektorên bajêr qewimîn, dîsa mînak: semsûrî ji dibûn firinvan.

dibêm qey ji ber ku jixwe wan salan li tirkiyê karê mîdyeyê jixwe ne berbilav bû û tirkên şafiî xwe jê dûr giritbûn, ev sektora biçûk karîye %100 bikeve destê mêrdînîyan.



21.09.2021 09:04 | simurg56