Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [reklamokên beredayî] de;

41. bi tu awayî xwendina tirşikê asteng nakin. ger li cem we reklamên wisa derketibin, heye ku (weke carekê hatibû serê min jî) vîsrûsek ketibe geroka we.

mirov dikare bi guhertina geroka xwe kontrol bike.



21.04.2015 20:49 | simurg56

35. kî çi be wê nîşan dide *

ev reklamokên beredayî ya google adsenseê ne. yanî otomatîk in û di bin fermana googlê de ne.

google herkesî dişopîne ka dikeve kîjan malperan û li gorî dîroka înternetê ya bikahêneran, reklamek derdixîne pêşberî wan. weke mînak ger hûn 2-3 caran bikevin hepsiburada.com, êdî hûn herin kîjan malperê wê ev reklam derkevin pêşberî we.

vêca niha hûn zanin ka çima reklama hinek partiyan derdikeve pêşberî hinek tirşikvanan *



07.04.2015 18:25 | simurg56

28. mixabin vebûna wan ya di paceya nû de, ne di destê me de ye. google, li gor ip'ya bikarhêneran biryar dide ka wê di heman rûpelê de vebe an yeke nû de:

https://support.google.com/adsense/answer/1354740?hl=en



20.11.2014 23:21 | simurg56

23. hema bêje qet pere nayne.

lê reklamokên beredayî yên li turkcekurtcesozluk.comê teq û req e. heta niha;

-beşek ji pereyên ku ji van reklaman hatin li endamên malperê re hatin belavkirin ku van camêran jî ji bo malperê fîlm wergerandin an jî ji bo ferhenga îngîlîzî-kurdî peyv wergerandin.

-beşek ji van pereyan ji bo lêçûnên malperan hatin xerckirin. (domain, server, koder)

-beşek ji van pereyan ji bo xelatên 1. rojbûna tirşikê hatin xerckirin.

-beşa mayî jî ji bo kampanyaya alîkariya berxwedana kobanê û şengalê hat bexşandin.



heta niha qurîşek ji van reklaman ji bo rêvebiran re nemaye. heta ji kîsê wan gelek pere çûne *



27.10.2014 20:23 | simurg56

16. her çiqas beredayî bin jî, gelek biaqil in. ji ber ku reklamên google adsenseê ne. ger hûn li googleê hedabê xwe vekin, êdî haya googleê ji hemû malperên ku we berê ziyaret kirine, dizane. û êdî hûn bikevin kîjan malperê, reklamên di derbarê wan malperan de derdixe pêşberî we.



23.05.2014 20:30 | simurg56

5. mixabin ji bo pêşdebirina ferhengê û projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê gelekî pêwist in.



12.11.2013 22:14 | simurg56

3. (bnr: reklamên tirşikê de)



11.10.2013 23:01 | simurg56