Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [erdal med] de;

1. stranbêjek nûjen e. min di vê peyama xwe de behsê kiribû: olana bajêr/112124
û min digot qey min berîya niha mijara wî vekiriye, şaş mam.
dengê wî xweş e, şêweya wî jî xweş e. hebkî din nêzikî rockê bibe, wê bêtir keyfa min jê re were.
gotinên stranên wî bi giştî aîdê wî bixwe ne û gelek serkeftî ne.
berî niha yeko yeko stranan çêdikir lê vê dawîyê albûma xwe ya yekemîn derxist: kereng.
albûm: Here lînkê
heta niha min herî zêde ji strana nasîn hez kir:




edit: min peyama xwe dît. min di binê mijara staran wî ya bi navê payîz de behsê kiriye: payîz/114443



01.06.2022 22:57 ~23:01 | simurg56