Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nehatina rexnekirina wêjeya kurdî] de;

1. nayê wateya nekarînê lê tê wateya tunebûna vê yekê.

bi ya min, kêmasiyek mezin e.

mixabin bi hemû berhemên xwe, wêjeya kurdî hema bêje li tu platforman nayê rexnekirin û ji ber vê yekê jî nikare xwe li gorî bertek/xwestek û hêviyên gel nû bike an jî biguherîne û pêşve bibe.



îro nivîskar, helbestvan, sînemavan an jî stranbêjek kurda dema berhemek nû derxe û biweşîne, cihek wisa tune ku kurd li ser vê berhemê nîqaş bikin û behsa başî û nebaşiya vê berhemê bikin.

dema hunermendek wisa derkeve ser televîzyonê, kes wan rexne nake. ji ber ku yê hatî mêvan e û nayê xwestin were şkandin û jixwe ev yek jî ne tiştekî gelekî baş e.

bav kurdan de magazîn jî tune ku weke pistepistan be jî rexne li hev werin kirin..

mixabin li ser înternetê jî komek an jî forumek wisa tune ku mirov hunermend û berheman binirxînin.



ji ber van sedeman, heta niha hunermendên kurdan tenê afirandin. hema bêje tu carî nezanîn ka berhema wan hat ecibandin an wan xwe hetikandine. hinek jî ji bo neşikandina daxwaza wan, kesekî negot wan serê pêlava wan xwar e.



heta ku tirşik derket û li ser hunermend û berhemên wan, rexne û nirxandinên xwendekaran hêdî hêdî derket holê. li vê ferhenga înteraktîf êdî, hêdî hêdî derbarê her berhemî de nêrînên tirşikvanan derdikeve holê. ê hunermendên me yên ku van nivîsan dixwînin jî belkî jî cara yekem rastî rexneyên wisa hişk, neyînî û dobra dobra dibin. ji ber vê yekê jî bertekên tund nîşan didin.

(van demên dawîn hinek hunermend tên û bi tirşikvanan re dikevin pevçûnê)



lê belê, ez bawer im wê hêdî hêdî nav gelê kurd de jî rexne hêdî hêdî belav bibe û wê êdî siyasetmedar jî hunermend jî bizanin ku dema îro tiştekî kirin, wê sibe ev yek were rexnekirin an jî çepik kirin.

bi vî awayî yek ji armancên tirsik.netê dîsa derket holê *



14.10.2013 00:03 | simurg56