Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [world war z] de;

5. (bnr: spoiler heval)



12.06.2014 19:58 | simurg56

3. bi 10.06.2014 li mûsile êrişa daîşê, li iraqê bûye rast.



ew fîlm e ku akpê reklama xwe ya navdar ya derbarê alaya tirkan de, şibandibû vê fîlmê.



12.06.2014 18:40 | simurg56

1. fîlmeke amerîkî ye..

sala 2013an de ket vîzyonê. derhêneriya fîlmê marc forster kiriye û serhelengê fîlmê jî brad pitt e.

ji bo kesên ku temaşekirina fîlmê difikirin pêşîn vê bêjim ku pûana min jê re ji 10 pûanan 6.5 e.

ger fîlm cem we amade be û wextê we hebe, dikare were temaşekirin.

mijara fîlmê bi kurtî, şewba vîrûsekê ye ku heçiyê vîrûs têkil dibe, vediguhere zombiyekê.

mijara wê gelekî dişibe i am legend. bi ya min I Am Legend ji vê fîlmê serkeftîtir e. (her wiha kurdiya I Am Legend'ê jî heye: wergerine.com)





---spoiler---

fîlmê dîmenên xweş hene. bi taybetî dema zombî weke mêwiyan berhev dibin û weke quleyekê bilind dibin û bi vî awayî ji dîwara îsraîlê derbasî nava bajêr dibin, dîmenên xweş derketine holê.

weke din piraniya klîşeyên fîlmên wisa, vê fîlmê de jî hene.

sahneyeke din ya min jê hez kir û kêfa min anî jî, sahneya ku doktor/vîrologê ku weke tekane hêviya xelaskirina dinyayê tê dîtin, hê ji balafirê tam peya nebûyî ji ber êrîşa zombiyan ditirse û dixwaze vegere balafirê lê lingê wî ditehise û serê wî merdîwanan dikeve û dimire û loma qene nikare gava xwe jî bavêje erdê, ye.



fîlm piçekî jî heçko bi lezgînî hatiye kişandin. hinek sahneyan de lezbûna bûyeran ez aciz kirim.

lîstikvaniya brad pitt jî ne hêjayî pesindayînê bû.

---spoiler---



18.10.2013 11:15 | simurg56