Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cezerye] de;

1. şîraniyek ji gêzeran çêkirî ye. jixwe wateya cezer'ê di erebî de gêzer/hawic e.

ev şîranî ji gêzer, şekir, goz û ji gozê hîndîstanê tê çêkirin.

gêzera rendekirî pêşîn tê kelandin paşê bi şekirê re tê qelandin. goz an jî fiqteq tê xistin tê de û paşê gozê hîndîstanê lê tê reşandin.

şîranî ye lê ewqas zêde jî ne şîrîn e. loma mirov dikare zehf bixwe. sivik e, yanî.

bi taybetî li mêrsînê gelekî meşhûr e.

piranî dema mirov ji mêrsînê here dereke din, weke diyarî, vê şîraniyê dibin.



19.10.2013 14:12 | simurg56