Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [samsung galaxy ace] de;

3. dikare weke modem were bikaranîn. ger vê fonksiyona telefonê aktîf bikin, hemû kesên derdora te dikarin girêdana te ya înternetê weke wireless'ek bibîbe û ger hûn şîfreya ku we diyar kiriye, bidin wan, dikarin bi saya telefona we bi komputer an jî telefona xwe bikevin înternetê.

min vê yekê jixwe dizaniya. li cihên ku înternet lê tune, bi vî awayî min dikariya bi komputerê bikevim înternetê.

lê berî 2-3 heftiyan min lê derxist û ku eslê xwe de, ger mesele tenê ketina înternetê ya komputerek tenê be ev fonksiyon ne hewce ye. ji ber ku bi riya kabloya usb'yê ev yek gelekî hêsantir û leztir e.

tenê usb'yê navbera vê telefonê û komputerê re girê bidin û paşê bikevin menûya telefonê;

ger androida we îngîlîzî be, here: Settings>Wireless & networks>Tethering & portable hotspot>USB Tethering û temam e. hûn dikarin niha bi komputerê bikevin înternetê.

ger androida we tirkî be, here: ayarlar>bağ. ve taşinabîlîr wî-fî alani>usb bağlaniyor û temam e.



avantaja wê: girêdan saxlemtir e. naqete. û leztir e.

dezavantaja wê: tenê komputerek dikare were girêdan. lê bi riya din, sînora hejmarê tune.



04.09.2013 11:00 | simurg56

2. ev telefona min e.

di nav telefonên biaqilde dema mirov bûha û performansê bide ber hev, modeleke serkeftî ye. him bi mezinbûna dîmendera xwe, him bi dîtbariya xwe bes e.

telefon bi androidê dixebite û dema bê kirîn tê de android 2.3.6 heye. versiyon androidê yên bilindtir jî dikarin lê werin barkirin lê saxlemiya telefonê wê demê hinekî xerab dibe ya rastî.

weke din avantajeke wê (û hemû telefonên samsungê) ew ku dema êdî emrê bataryaya we kin bû, hûn dikarin bi hêsanî û erzanî yeke nû peyda bikin û bêxin ber, lê ev yek ji bo telefonên iphone ne mimkun e.

(gotinên min ji bo galaxy ace gt-s5830 in)



11.06.2013 13:56 | simurg56