Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bekas] de;

6. slumdog millionaireê kurdan e. bêhenek, gelek dişibe wî fîlmê. lê bi tu awayî nabêjim ji wê fîlmê dizî kiriye. ew tiştek din e.



fîlm ji aliyê karzan kader ve, him hatiye nivîsandin him jî hatiye kişandin. nizanim çima lê fîlm li fînlenda, iraq û swêdê hatiye kişandin.



bi ya min fîlmek serkeftî ye. mirov bêyî ku bêhnteng bibe lê temaşe dike. jixwe saetek û nîv e. li imdb'yê cûreya wê weke drama hatiye nivîsîn lê ne wisa ye, zêdetir nêzikî komediyê ye.

di gelek sahneyan de mirov dikene, tenê çend sahneyan de dramayek rastîn heye ku mirov kelogirî bibe. lê bi giştî komîk e.



weke li jor hatiye îdîakirin, ne fîlmeke ajîtasyonê ye. peyama ku fîlm dixwaze bide, giringiya malbatê ye, xweşitiya biratiyê ye. tabî ji ber ku fîlm bi kurdî ye û li kurdistanê derbas dibe ku weke hûn zanin welatek bindest e, tabî têde mirov hinek xalên ku mirov diqehirîne jî dibîne. (spoiler; weke mînak dema zana ji bo ku alîkarî ji birayê xwe re bîne diçe gund lê li wî gundê erebean kes guh nade wî û wî didin ber dehfan û diavêjin erdan dilê mirov diêşe)



heçiyê vê peyamê bixwîne, ji kerema xwe re li vê fîlmê temaşe bike, tu wê poşman nebî. heta dikarî bi hevalên xwe yên ku gotine te "hadê em li fîlmek xweş temaşe bikin" re jî temaşe bikî.









fîlmê de gelek sahneyên xweş hebûn, ez ê li jêr behsa hinek ji wan bikim.



----------- spoiler tê----------

* li ser eniya ker, pardonmichael jackson, hebûna amblema bmw'yê, komîk bû.



* enirîna zana ya ji zilamê ku naxwaze pêlava xwe bide boyaxkirin jî gelek baş bû. "ger tu li amerîkayê bûya, wê li te bikeniyan. were ez te bikim zilam"



* sahneya duakirinê ya li mizgeftê jî baş bû;

zana; xwedêyo, ji bo ku em pere qezenc bikin hemû pêlavên pîs bişîne ji me re.

dana; mîlyonek dînar jî bixwaze

zana; bavê xalid got, mirov ji xwedê pere naxwaze. ger bixwaze, wê xwedê hemû tiştan jê bistîne.

dana; ehmeq! ma tu wê çi wenda bikî? ma me çi heye ku em wenda bikin? te çi bivê bixwaze. pasaport jî bixwaze.

zana; (piştî ku dana ji wir diçe); xwedêyo, tu birayê min efû bike. îro hinek kerîtî pê re heye.



----------- spoiler çû jî----------



fîlmê di sala 2012an de, xelata festîvala navnetewî ya fîlman ya dubaiyê standiye.



08.06.2014 20:20 | simurg56