Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyamên navbera saet 11 û 12ê şevê de] de;

1. peyamên ku karîne ji destê nivîskarên ku ji bo nivîsandinê li hêviya 12ê şevê dimînin birevin û xwe bidin weşandin, in.

dixwazim bi mînakekê rave bikim:



hinek mirov hene ku nikarin mîza xwe bigirin. ji bo vê nexweşiyê sedem pir in. û cûreyên vê nexweşiyê jî pir in. hinek tenê bi şev çêdibin, hinekan de tenê dilop hene, hinek dema stress çêbe peyda dibe û hwd. navê tevahiya vê nexweşiyê uriner înkontînans e.

cûreyeke din ya vê nexweşiyê heye ku jê re overflow incontinence tê gotin. yanî înkontînansa serdeçûnê, înkontînansa fûrînê an jî xwe hew karîna girtinê û berdana mîzê. vê cûreyê de mirov dikare mîza xwe bigire, lê heta cihekê! dema torbeya mîzê ya nexweş tije bibe û dest bi pimbûnê bike û biwerime û pesto her ku biçe zêde bibe, nexweş êdî nema dikare xwe bigire û dimîze. ango mîza mirov ji torbeya wî difûre...



vêca ev peyamên ku navbera saetên 11 û 12ê şevê de tê şandin jî wisa ne. nivîskarên ku dixwazin peyama wan roja dûre jî li aliyê çepê de were lîstekirin û dîtin, ji bo ku peyama xwe bişînin li benda saeta 12ê şevê dimînin. hemû peyamên xwe yên plankirî, ji ber dikin û dafik li ber tirşikê vedidin.

lê deqeyeke tê ku xwe hew dikarin bigirin û hinek peyam ji destê van nivîskaran difilitin û xwe davêjin bextê tirşikê..



29.11.2013 17:36 | simurg56