Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bangeran] de;

3. xewnereşkê min e. lê ne eva ku li jor hatiye behskirin. ya ji wê jî mezintir, ew a ku ji bo rastkirina asfaltê tê bikaranîn... dema ez zarok bûm, li kuçeyeke nêzikî mala me ev bagera mezin hatibû, asfalta nû rijandî rast dikir. em jî çûbûn temaşekirinê. wan rojan dihat gotin ku nizanim li ku derê, zarokek maye bin vê bagerê de û mejiyê wî rijaye û bi asfalta reş re bûye yek. ez bawer im ji ber vê bû ku bi mehan, belkî bi salan min vê bagerê di xewna xwe de didît, ez diçûm wê kuçeyê û ew bager mezin dibû û mezin dibû û mezin dibû û paşê hemû dinya dibû ew bager. dilê min teng dibû, mîna ku kesek bi destê xwe dilê min bigre destê xwe û biguvişe, dibû. paşê tabî şiyar dibûm, lê moralê min xerab dibû. kurê ez çi gêj bûm yaw * aha dîsa moralê min xera bû, spas tirşik.



07.12.2013 22:49 | simurg56