Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bitcoin] de;

4. pereya ku min di derbarê wê de di sala 2014an de peyam nivîsaniye cara ewil. ger min wê demê bi 10 milyonan 20 bitcoin bikiriya, niha hema bêje trîlyoneke min hebû.

ev proje dikare dinyayê bi awayeke baş jî biguherîne, dikare fîyaskoyek mezin jî jê derkeve. di derbarê ewlekariya teknolojiya wê de nikarim tiştekî bêjim lê tişta dizanim ew e ku ger ev pîyase ne di destê hêzên mezin de be, an jî nekeve destê wan, wê bi awayekê were astengkirin.
erê kes nikare komple asteng bike lê ger danûsatandina bi wê û malperên pîyaseya wê were qedexekirin, wê gelek kes dev jê berde û wê demê wê tenê ji bo karên tarî û tişt miştên online were bikaranîn. û tabî wê bihayê wê gelek gelek kêm bibe fîlan.



14.12.2017 20:40 | simurg56

1. pereya elektronîk e ku her ku diçe popûlertir dibe.

cara yekemîn sala 2009an de ket piyasayê. ev pere/bername ji aliyê kesekî bi navê xwe yê kod: Satoshi Nakamoto ve hat îcatkirin. piştî sala 2010 êdî nayê zanîn ka li ku derê ye û çi dike. lê sîstema ku çêkirî niha ser kar e.



ev pere her çiqas ferazî be jî, sînora wê heye. dema proje temam bû, wê li dinyayê 21 milyon bitcoin hebe. bitcoin ji ku tên? her makîneya ku kirar/processora wê heye dikare bitcoin biafirîne. erê we rast bihîst, mirov dikare li ser komputera xwe van bitcoinan biafirîne.

bitcoin ji şîfreyên 16 reqemî pêk tên, li gorî hêza komputera we hûn dikarin di nava saetan an jî rojan de vê şîfreyê derxin holê û 25 bitcoin qezenc bikin. ji vê yekê re madenkariya bitcoinê tê gotin. lê ger komputera we ne gelekî bihêz be, hûn belkî nekarin perê elektrîka komputera xwe jî derxin.



neyse, heta niha nêzikî 10 milyon bitcoin hatin afirandin û ketin piyasayê. mirov dikare ji malperên înternetê bi perê xwe jî bitcoinan bistîne.



ev sîstem ne girêdayî tu dewlet an jî bankayan e. loma hêzên navnetewî nikarin mudaxele lê bikin. her wiha mirov bi saya vê sîstemê dikare bêmesref pereyan bişîne li her derê dinyayê.

li hinek dewletan hinek şîrket, destpê kirin ku meaşan bi bitcoinê razînin.



sîstemeke tevlîhev e û hê min jî tam fêhm nekiriye. lê heye ku pêşerojê de li tevahiya dinyayê ev sîstem cihê pereyên heyî bigire.



ji niha ve hinek hêz ji vê sîstemê aciz bûne: çînê îro bikaranîna bitcoinê ji bo saziyan qedexe kiriye.



08.12.2013 21:07 | simurg56