Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the hobbit: the desolation of smaug] de;

8. yanî hobbît: çolên smaug

min duh bi şev li vê fîlmê temaşe kir. dîmen dîsa xweş bûn, em dîsa bûn heyranê xeyalên xelkê.

vê carê karakterek ku di pirtûka orjînal de tune bû, li fîlmê hatiye zêdekirin. ez behsa karakterê bi navê tauriel dikim. heta fîlm xelas bû, hê jî ez difikiriyam ku ez vê jinikê ji ku nas dikim lê nehat bîra min. paşê ez hîn bûm ku evangeline lillya me ye ku lîstikvanek sereke bû di rêzefîlma lostê de.



vê fîlmê de zêde bûyer tune bûn û jixwe bûyera herî girîng jî di fînala fîlmê de ma nîvço û xelas bû. bi dirêjkirina sahneyên nepêwist, fîlmê kirine 2 saet û 40 deqe. lê dîsa jî ne xem bû, ji ber ku mirov ji temaşeya dinyaya navîn têr nabe. welhasil me dîsa ji bo xatirê lotrê temaşe kir û ji ber bêriya wê, me jê hez jî kir.



ejderhayê smaug navê xwe daye fîlmê lê li gorî min heqê wî nedane. ji ber ku zêde li ser wî nesekinîne, min hêvî dikir ku senaryo û tekst li ser wî ba. neyse.

heyranên lotr'ê dikarin bêşik û bêguman li fîlmê temaşe bikin.



21.04.2014 20:53 | simurg56

6. fîlma ku mixabin torrenta wê nayê peydakirin. tenê ya kişandiya kamerayê heye ku temaşekirina wê, wê bibe herimandina fîlmê.



16.12.2013 20:20 | simurg56

1. piştî fîlma The hobbit: an unexpected journey, duyemîn fîlma ji rêza fîlmên li ser hobbit'an e.

niha ketiye vîzyonê lê hê temaşekirin nebû nesib. niyeta min tune ku li sînemayê temaşe bikim, ji ber ku zêde hêviya min jê tune. tenê ji bo atmosfera dinyaya navîn dixwazim temaşe bikim. û ji bo gandalf. hela ka bila bikeve malperên torrentê...



13.12.2013 20:56 | simurg56