Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekemîn navenda rexneyên bêîmanî ya kurdistanê] de;

5. belkî jî kovara mîrkut be. wan jî berî 30 salan rexneyên henekî li hinek sazî û kesan kirine û rastî bertekan hatine. ji ber ku yekta geylanî di wergera xwe ya pirtûka thomas bois de, ji xeynî nivîskar bixwe, di berga pirtûkê de cî daye navê xwe û 3 kesên din, mîrkûtê henekê xwe pê kiriye. û gotiye;



"Li jor hun qapaxa kitêba THOMAS BOIS dibînin.

Ji derveyî navê nivîskar, navê çar kesên .din jî li ser

qapaxê heye.

De ka hun werin bibêjin xwendevanino ! Ma mirov wisa dike? Mirov gava ku kitabekê çap dike, qe nebe divê mirov navê 15-20 kesan li ser qapaxê binivîse; navê bavê xwe, kalikê xwe, heval û hogirê xwe! "



li ser vê yekê geylanî û serokatiya enstîtuya elmanyayê betek nîşanî kovarê kirine.



01.05.2014 13:25 | simurg56

4. bûye sedem ku hinek nivîskarên navê wî nadim, li ser twitterê ji min re peyam bişîne û bixwaze şîroveyên derbarê wî de werin jêbirin. tabî me jê nebir. heçiyê vê yekê bixwaze, an bila bibe endamê tirşikê û bersiv jê re binivîse. an jî bila bibe endam û ji nivîskar bixwe bixwaze ku peyama xwe jê bibe.



24.02.2014 22:21 | simurg56