Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [radyo şok] de;

1. radyoyeke kurdan bû ku berî bi deh salan li mêrsînê di frekansa 99.9 de weşana xwe dikir.

wan deman belkî tu radyoyeke din ya kurdan tunebû li tirkiyê, lê li bajareke tirkan ev radyo hebû.

ez dibêjim radyoya kurdan, ji ber ku ne radyoya kurdî bû, car caran stranên kurdî jî diweşand lê piranî stranên özgün lê dida. wê demê ev jî li ber çavên me çi pêşketinek bû...

piştî demekê, tam nayê bîra min çawa û çima çêbû lê, radyo şok çû û li şûna wê heman frekansê de radyo sesê dest bi weşana xwe kir û hê jî didome.



20.06.2013 21:08 | simurg56