Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şerê helîm yûsiv û firat cewerî] de;

2. serek beredayî ye. min nekarî tekstên vê serê bixwînim û bibim sahîdê îdîa û parastinan, ji ber ku lînka li jor nasixule. lê min pirtûka firat cewherî ya ez ê yekî bikujim û pirtûka dûmahîka wê lehî xwendin û pasê min çîroka helîm yûsiv ya bi navê meha sêzdehan jî xwend. ev çîrok di pirtûka memê bê zîn de di rûpela 73an de cî digire.



pirtûka ez ê yekî bikujim, bi vê hevokê destpê dike ku dengek e lu li ber guhê lehengê romanê ketiye: tu ê îro yekî bikujî

çîroka Meha sêzdehan jî wisa destpê dike: divê ez bibim kujer



di pirtûka cewherî de lehengê me derdikeve derve û dikeve li pey pêkanîna vê ferman;ê û pêk tîne jî. lê di pirtûka helîm yûsiv de lehengê me tenê vê daxwaza xwe tîne ziman û di dûmahîka çîrokê de tenê behsa sedemên xwe dike.

weke din di navbera du berheman de, tu têkilî û hevsibîn tune. belkî bi rastî jî pistî ku cewherî vê çîrokê xwendiye fikra nivîsandina romanek wisa bi wî re çêbûbe lê ger tistek wisa hebe jî ev ne dizehî ye ne jî kopîkirin e. mirov nikare ji ber vê hevokê tenê îdîa bike ku çîrok hatiye dizîn. ji ber ku ji xeynî wê tu tisteke hevpar tune di navbera her du berheman de.

cewheriyê reben li ser vê hevokê 2 romanên têr û tije nivîsandine. divê em heqê wî nekin.

ger em werim helîm yûsiv jî, ger ji çîroka wî îlhamek hatibe standin, jê re spasdarî were kirin wê bas be. lê ger cewherî bibêje ku tistekî wisa tune, mirov nikare bi hêsanî bibêje ku derewan dike û daxwaza tistan jê bike.



01.08.2014 01:28 | simurg56