Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [whatsapp] de;

52. bernameya ku wê di darbeya bê ya tirkiyê de, şûna facetime'ê bigire û tirkiyê ji darbeyê xelas bike.



17.11.2016 09:49 | simurg56

39. (bnr: web.whatsapp.com)



28.12.2015 20:18 | simurg56

37. bernameya ku tê gotin wê dimek zû de taybetiya axaftina bidîmen jî biweşîne.

agahiyek fermî tune, çavkaniya nûçeyan jî ev malepra bi elmanî ye: Here lînkê



ger ne di demek nêz de be jî, wê rojekê bêguman ev taybetî jî were. jixwe di gelek bernameyên din de heye.



24.12.2015 22:18 | simurg56

27. di nav kurdan de piranî weke whatşap jî tê gotin.



24.02.2015 22:12 | simurg56

20. sepana ku taybetiya wê ya grup'ê gelek kêrhatî ye.

mirov weke mînak ji hevalên xwe yên kevin yên malê komek ava dike û dema peyamek bişîne vê komê, peyam diçe ji wan hemû hevalan re. bikaranîna wê hêsan e fonksiyonel e.



24.05.2014 10:51 | simurg56

19. bernameya ku çima versiyona komputeran dernaxe, nizanim. belkî ji ber tunebûna nimroya telefonê ya komputeran be.. lê ez bawer in ev ne problemek mezin e.

ev program bi 19 milyar dolaran hat firotin. ger whatsapp ya erdogan bûya, belkî wê demê evqas pere nediziya û tirkiye neketa vî halî. carina bernameyek 4-5 mb dikare welatekê/hikumetekê rizxgar bike. tew...



01.03.2014 13:56 | simurg56

15. bernameyek kêrhatî ye. ez bixwe taybetî ji bo şandin û standina wêneyan bi kar tînim. eslê xwe de gelek alternatîfên wê yên ji wê çêtir jî hene, lê ji ber ku ev ji hemûyan zêdetir populer bû, êdî herkes mecbûr dimîne ku wê bi kar bîne.

normalê de, divê piştî salekê mirov ji bo salekê 1 dolar pere bide lê heta niha ji min nexwestiye. (ev du sal in bi kar tînim)

vê navberê de, bi bûhayek gelekî baş hatiye firotin. tê de zêde reklam jî tune bû çawa hêjate evqas pereyan nizanim...



20.02.2014 22:02 | simurg56

6. mijara medyaya sosyal ya îro ye.

derbarê programê de peyameke xapîner li hawirdor digere û herkesî dixapîne. peyamê de tê gotin ku "whatsapp serasala xwe ya 10. pîroz dike. ger hûn vê peyamê ji 10 kesan re bişînin, wê whatsappa we bibe belaş. ger hûn bawer nekin, li malpera whatsappê / www.whatsapp.comê binêrin."



tu kes li malperê nanêre û cîda pê bawer dike û ji hev û din re dişîne. peyamek ji min re jî hat, lê ez navê camêrî nadim. nivîskareke tirşikê ye *

berî her tiştî, berî 10 salan ne whatsapp hebû ne jî telefonên biaqil.

ya duyemîn, malpera ku hatî dayîn de jî tu nûçeyek wisa tune.

ya sêyemîn jî, yaw jixwe whatsapp sala pêşîn belaş e, paşê jî salwexta wê 1 dolar e, ma dihêje??



11.09.2013 10:13 | simurg56

1. bernameyeke telefonên biaqil e ku mirov bi vê bernameyê dikare -bi riya înternetê- belaş peyam, vîdyo, wêne bişîne telefona hevalê xwe.

bername serkeftî ye lê piştî bikaranîna salekê êdî bi peretî ye.

piştî sala we ya belaş qediya mirov dikare derbasî viber bibe. ji ber ku heman tiştan viber jî dike û hertim belaş e. ji aliyê din ve bi viberê mirov dikare axaftina belaş jî bike.



22.06.2013 19:52 | simurg56