Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zaro tv] de;

8. ya ku nizanim gelo tu tirşikvanekê heta niha kariye ser televîzyona xwe derxe û temaşe bike.



25.12.2013 20:23 | simurg56

1. televîzyona ku wê demekî nêz de dest bi weşana xwe bike. weke ji navê wê jî diyar e, wê televîzyoneke ji bo zarokan be. qenal ji aliyê rêvebiriya başûrê kurdistanê tê vekirin.

malpera wê ya fermî: http://www.zarotv.com ye lê malpera wan jî hê ne di weşanê de ye.



tê gotin ku ev qenal piştî pelistank tv, duyemîn qenala kurdî ya ji bo zarokan e. lê Pelistank TV televîzyoneke taybet e. welleh min Pelistank TV jî nû bihîst.



ji bo zaro tv jî hatiye gotin ku wê bi soranî, kurmancî weşanê bike. temaşevan wê bikare yek ji van zaravayan ji xwe re hilbijêre. ger bername zindî be, wê demê wê 2 pêşkêşvan pêşkêşiyê bikin.



dîsa hatiye gotin ku wê bi xebatkar û hunermendên ji tirkiye, ewropa û başûrê kurdistanê re hevkariyê bikin. ji aliyê din ve tê gotin ku wê qenal reklaman nestîne.



ji bo hemû kurdên dinyayê bikarin lê temaşe bikin tê gotin ku wê ji ser Türksat, Nilesat, Hotbirdê weşanê bike. heta hatiye gotin ku dest bi weşanê kiriye, lê min hê bi çavên xwe nedîtiye.



22.12.2013 17:54 | simurg56