29. di vê strana xwe de (çirke 1:45) dibêje "bi kurdî bistire ne bi erebî û tirkî. Ka tu çilo kurd î diaxivî bi elmanî?" lê di stranên xwe yên dawî de her tim cih dide elmanî û erebî jî. temam stranên wî xweş in lê bi xwe re ketiye nav nakokiyê. mînakên bi kurdî-erebî-elmanî: vîdyoyê veke vîdyoyê veke |
|
16.03.2019 19:27 ~19:27 |
simurg56
|
28. piştî çend karên eletewş, straneke baş weşandiye. |
|
28.10.2018 12:17 |
simurg56
|
26. stranbêjek pir serkeftî ye. gotinên stranê wî, zimanê wî û klîbên wî gelek baş in. ya ewil, li stranê nayê. ya duyamîn, tenê çend roj piştî klîbên li ser şerê şerê efrînê, ev çi bêcîdîyetî ye? sîmrg56 ev neeciband! |
|
10.03.2018 23:42 ~23:42 |
simurg56
|
24. bûye ji penaberên kurd yên ku xwe avêtine bextê ewropayê. li ser valabûna rojavayê jî stranek bi navê rojvala weşandiye. di vê stranê de behs şerên kurdan yên rojane û di dîrokê de, dike. li ser çûna xwe ya li ewropayê û terikandina rojavayê, bi rûdawê re hevpeyvînek çêkiriye. di axaftina xwe de dema pirs jê tê kirin ku bê ka çima dev ji rojavayê berdaye; behsa kêmaniyan dike. lê tenê behsa hebûna kêmaniyan dike, behsa çawaniya wan kêmaniyan nake. tenê behsa qûtbûna şekir û gazê dike. |
|
12.10.2016 19:33 |
simurg56
|
22. hêdî hêdî qanî dibim ku rapvanê herî serkeftî ye. jixwe zimanê wî di nav hiphopvanên heyî de yê herî baş e. |
|
21.06.2016 22:14 |
simurg56
|
3. ez bawer im ji kurdistana sûrî ye, strana xwe ya bi navê nerevin de behsa rewşa kurdên sûrî dike. |
|
27.12.2013 23:34 |
simurg56
|
2. hipopvanê ku weke serhado li ser pirgirêkên civakî distire. serkeftî ye. xwedê bêhêle. |
|
27.12.2013 23:31 |
simurg56
|