Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [armancên tirsik.netê] de;

27. tir şikandin e. yanî şikandina tirên hinekan e, ku li gorî kêfa xwe lotikan diavêjin û li tu platforman nayên rexnekirin.

(bnr: yekemîn navenda rexneyên bêîmanî ya kurdistanê)



27.04.2014 22:07 | simurg56


22. gû xistina devê xwediyê nirxandinên wisa ne: https://eksisozluk.com/kurtce-sozluk-klonu--2294472



06.09.2013 10:22 | simurg56

20. aramacên ku yek bi yek tên cih.

armanca ku me di peyama armancên tirsik.netê/1408 de diyar kiribû, hatiye cih. êdî dema mirov di googleê de tirşik binivîse û lê bigere encama yekemîn tirşika me ye. ne tirşika ku xwarineke pîs ya tirkan e.



17.08.2013 20:05 | simurg56

17. yek bi yek tên cih.

weke mînak yek ji armanca me ew bû ku lêgerînên googleê de dema mirov tirşik binivîse encamên kurdî derkevin, bû.

berî tirsik.netê dema mirov tirşik binivîsand û lê bigeriya encamên xwarina tirşikê ya tirkan derdiket, lê îro êdî dema mirov google de tirşik binivîse û lêbigere pêşîn tirşika kurdan yanî tirsik.net derdikeve.*

(cem min rêza yekemîn de derdikeve lê heye ku cem herkesî ne yekemîn be, lê eseh nav 2-3 encaman de ye)



09.08.2013 12:56 | simurg56

10. çêkirina peyvên nû ye.

(bnr: çavbigilîz)



03.07.2013 09:31 | simurg56

8. weke min gotibû, divê em tirşika xwe bidin nasîn, ji ber tirkan jî bi heman navî xwarinek heye û herkes ya wan dizane.

fermo: http://forum.memurlar.net/konu/1248752/

(bnr: de were û çêke)



02.07.2013 12:20 | simurg56

6. dema mirov di google'ê de tirşik binivîse û bigere, encamên ku derdikevin xwarineke nelet ya tirkan e.

tu bi xwedêkî, xwarina kurdan ya herî zêde tê zanîn, weke encam dernakeve pêş.

armanca tirşikê ew e ku vê şaşwaziyê rast bike û lêgerînên google'ê de bibe yekemîn.

(hê zû ye, zehmet neke û neceribîne)



29.06.2013 22:43 | simurg56

5. (bnr: dengbêjiya nivîskî) an jî (bnr: qeyda rojevê)



24.06.2013 23:18 | simurg56

1. Bi ya min....

Ew e ku ji bo civaka kurd, bi taybetî jî ji bo ciwanan afirandina zimanekî,

dûrî kurdiya akademîk

dûrí tirkmancî

dûrî fermitiyê û bêsamîmiyetê

lê nêzikî zimanekî kêrî axaftina rojane û

nêzikî qerf û henekan e.



24.06.2013 11:22 | simurg56