Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hînbûna îngîlîzî] de;

26. ji bo pêşveçûna takekesî û pêşveçûna kurdan şert e ji ber ku weke din mirov nikare ji bin desthilatdariya dewletên serdest xelas bibe.

ji bo gelek kar û pîşeyan jî hewce ye. ji ber ku gelek caran dema mirov tiştek meraq dike û li ser înternetê lêgerînê dike, rastî çavkaniyên bi îngîlîzî tê. di hînbûna kodkirina tirşikê de jî min bi sedan probleman bi saya malperên îngîlîzî çareser kir ji ber ku bi tirkî bersivan tune bûn. (jixwe qet behsa kurdî nakim)



hînbûna îngîlîzî, li gorî armanca mirov diguhere. weke mînak ez niha dikarim hemû problem û meraqa xwe ya di derbarê komputergerî û tibê de bi malper û pirtûkên îngîlîzî hal bikim lê dema mesele bibe xwendina nûçeyên cûrbecûr, pirtûkên wêjeyî û hwd. di nav ferhengan de wenda me.



07.07.2015 12:50 | simurg56

9. ji bo min tişteke bêdawî ye. di kurdî de û tirkî de (zimanên ku baş dizanim) de tiştên ewqas ecêb hene ku ji bo ku mirov fêhm bike, divê mirov ruhê wê zimanê bizane. dema wisa bifikirim, dibêjim "wellehî ez ê tu caran nekarim vî zimanî baş hîn bibim, hema ez têra xwe hîn bibim bes e."



13.01.2014 20:21 | simurg56