Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [osîlasyon] de;

1. têgeheke teknîk e.

li gorî nuqteyeke sabît, her kêm di navbera du rewş/nuqteyan de, hatin-çûna tiştekê ye. hejmara rewş û nuqteyên ku sîstem/tişt diçê/digihê, dikare gelek zêdetir be jî, lê herî kêm divê 2 heb hebe ku çûn û hatin yanî "jê çûn" û "lê vegerîn" bikare pêk were. ji aliyê din ve bi giştî, ev hatinçûn her carê de, di wextekî diyarkirî de pêk tê. (her deqeyekê carê, her sedsalekê carê fîlan.)

weke mînak herka elektrîkê ya ac wisa ye.

ev cûreya tevgerê ne tenê mekanîkê de, lê her wiha bîyolojiyê de, civakê de û mejiyê mirov bixwe de jî pêk tê.

ji bo vê mekanîzmayê mînaka herî hêsan dardarok (bi tirkî: sarkaç) e:

http://tr.wikipedia.org/wiki/Dosya:Oscillating_pendulum.gif

http://tr.wikipedia.org/wiki/Dosya:Simple_harmonic_oscillator.gif



05.01.2014 14:54 | simurg56