Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [grup yorum] de;

13. koma ku ne tenê bi vê vîdyoya dawîn, lê hema bêje bi hemû tevger û gotinên xwe yên di van salên dawîn de, hetka xwe biriye.

bi qasê ez dizanim esad ne marksîst û lenînîst e lê maşelleh rêvebiriya wî weke şoreşê dibînin.



09.03.2015 21:37 | simurg56

9. komek beredayî ye. ev demek dirêj e ji bo min ferqa wan û serdar ortaç tune.

jixwe êdî nizanin mûzîkê jî çêkin. hebe tune be dîsa stranên kevin in yên xweş.



çawa daîş ji îslamê sar dike, ev jî wisa ji çepgiriyê sar dikin.



bixwe hê nikarin partiyek ku %1 deng bistîne, ava bikin; hê nikarin meheleyek îdare bikin; hê nikarin fakulteyên xwe yên 4 sal biqedînin: lê hatine dibêjin li rojavayê şoreş tune.

çima? ji ber ku bavê wan esad ji wan re wisa gotiye.



09.03.2015 19:29 ~19:30 | simurg56

1. komeke mûzîka özgün ya tirkî. çend stranên wan yên kurdî û erebî jî hene.

komeke çepgir e ku vê mijarê de bûye sembol û wisa tê gotin ku û têkiliya wan bi dhkp-c re heye.

ev demek bû bi daxuyaniyên xwe diyar dikirin ku piştgirî didin esadê dîktator.

niha jî tê îddîakirin ku bin posterê esad de ji bo esad konserek dane: http://m1306.hizliresim.com/1b/u/plr4c.jpg

êdî tam gêj bûn. yaw ma ne esad bû heta sala borî hevalê erdogan bû neyarê kurdan bû û kurdan qene weke hemwelatî jî qebûl nedikir?

niha ji ber ku amerîka jê hez nake, esad bû lehengê çepgirên tirk.

xwedê aqil bide wan û riya wan bi kurdan re êdî neke yek.



26.06.2013 22:41 | simurg56