Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nerve] de;

1. struktureke laşê mirov e ku peywira wê veguheztina sinyalên elektrîkî ye. bi kurtasî du tiştî dikin; ji sîstema rehikan ya navendî (mesele mejî) sinyalan distînin û digihînin organên hedefê (weke masîlke, ûr û hwd.). an jî ji organan agahiyan distîne û digihîne mejiyê mirov. rastiyê de yek ji sîstemên herî tevlîhev yê li ser rûyê erdê be jî, bingeha wê ev e.



mixabin nizanim kurdiya wê çi ye. bi tirkî jê re sinir tê gotin. bi kurdî rehik û damar hene lê mixabin hemû ferhengan de ev her du peyv heman demê de ji bo damarên xwînê jî hatine bikaranîn.

ango vê mijarê de tevlîheviyek mezin heye.



07.01.2014 20:53 | simurg56