Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [redhack] de;

6. tîma hackeran ku duh malper û sîstema polîsan (ya emniyetê) hack kirine û ji ber hackkirina wan bi qasê 3-4 saetan çalakiyên pasaportan nekarî were kirin û loma têketin û derketina ji tirkiyê ne pêkan bûye, balafirgeh jî ji ber vê yekê demekî nekarîne bixebitin.

ji xeynî rizilkirîna emniyetê kêr tiştekî nehatiye lê dîsa jî êrîşek serkeftî ye.



06.09.2013 10:17 | simurg56

2. (bnr: hackkirina diyanetê ya redhack)



03.07.2013 18:33 | simurg56

1. komeke hackeran ku xwe weke "hackerên sor" bi nav dikin û bi çepgiriya xwe derdikevin pêş.

bi taybetî êrîşî malperên faşîst û malperên fermî yên dewleta tirk dikin. (bnr: lice.gov.tr)

berî du rojan jî malpera fermî ya îdareya bajêr ya stenbolê kiribûn û deynên gelek hemwelatiyan jê biribûn.

mirov dikare bêje, ev koma hackeran şaxeke koma hackeran ya bi navê anonymous e. ji ber ku gelek êrîşên xwe de hevkariyê dikin.



29.06.2013 11:18 | simurg56