Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kingdom of heaven] de;

7. fîlma ku min dema ku nû hatibû kişandin, lê temaşe kiribû lê di derbarê wê de tenê 3 tişt mabûn di bîra min de; yek jê beşdarbûna kardeş turkuler ya ji bo hinek mûzîkên fîlmê, ya duyemîn jî ew sahneya ku selahaddîn eyyûbî xaça ketî erdê, ji erdê radike û dîsa datîne ser maseyê û ya sêyemîn jî replîkas selahaddîn ku digot "ez selahaddîn im. salah-el-dîn" (silaheta dînan/aşîtîya olan)

min vê carê fîlmê bi binnivîsa kurdî temaşe kir. destê xendekî sax bin. min 9/10 pûan dan wergera wî. lê pêşnîyarek min heye jê re, mirov di wergera fîlman de çiqasî daçekên "di, de, re, li, ji" û hwd. hindik bi kar bîne, ewqas baş e. ji ber ku dema di hevokekî kurt de 2-3 heb ji van hebin, serê mirov gêj dibe ku nikare bigihe leza binnivîsan. mirov dikare carinan gramerê hinekî paşguh bike.
mînakek biçûk; şûna ku mirov bêje "di mala te de" mirov bêje "li mala te" an jî heta ger sahne destûr bide fêhmkirinê mirov bêje "mala te" wê hêj baştir be.
bêyî ku mirov wateyê biguhere an jî wenda bike, mirov mudaxaleyên wisa bike ji bo temaşevanan, wê temaşekirin hêsantir be.

min bixwe jî nekarî bigihim hinek binnivîsan lê zêde ne xem bû loma lê venegerîyam. sedemek wê jî ew bû ku di fîlmê de replîkên dirêj û bi wateyên kûr jî pir bûn.

fîlmek gelek serkeftî te. jixwe dema hatî weşandin jî gelek bal kişandibû ser xwe.



01.03.2020 11:30 | simurg56

3. nîşe: lînka ji bo daxistina fîlmê (torrent): Here lînkê



16.02.2020 11:57 | simurg56

2. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê, ji alîyê xendekî ve hat wergerandin.
binnivîsa fîlmê ji rûpela fîlmê dikare were daxistin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê li vir heye: Here lînkê



15.02.2020 22:59 ~2020.02.16 11:57 | simurg56