Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [apendîks] de;

2. ew organ e ku berê werarparêzan digotin qey organek beredayî ye û loma digotin ger xwedê mirov afirandibe, çima organek wisa lê zêde kiriye? û digotin ev organ di pêvajoya werarê de her ku çûye kor bûye û loma wisa biçûk û bêwate maye.



lê paşê hat fêhmkirin ku ne organek beredayî ye. beşeke sîstema lenfatîk e û di hilberandina iga(îmmuglobulîn a)'yê de rol distîne.



17.10.2015 10:37 | simurg56

1. organeke laşê mirov e ku li roviyên mirov ve vezeliqiye, ya rastî dûvikeke wê ye. beşa roviyê ya ku apendîks pêve ye, (vbnr çekum) e. di sîstema lenfatîkê de hinekî fonksiyon dike lê kêmasiya wê zêde ne girîng e.

edabgirtina wê weke apandîsît tê binavkirin û dibe sedema emeliyata apendektomîyê.



29.06.2013 21:47 ~2015.10.17 10:38 | simurg56