Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [noah] de;

3. fîlmek ne xerab e. ji ber ku herkes dawiya fîlmê dizane, mirov nikare senaryoyek orjînal jê hêvî bike lê ya rastî mêrikan karîne senaryoyek wisa çêkin.

fîlm hêjayî temaşekirinê ye. pûana min jê re 80 e.



---- spoiler ---



di sahneyekê de behsa afirandina feza û dinyayê tê kirin. di wê sahneyê de dema mirov bala xwe bidê, bi hêsanî dikare bibîne ku canberên ewil di nav behrê de derdikevin holê bi xwêvajoya werarê vediguherin ajalên din û paşê derbasî ser erdê dibin. paşê meymûn derdikevin û -li vir sahne biguhere jî- însan pêk tê.

yanî fîlmê çav li teroriya werarê re qusandiye.



---- spoiler ---



28.11.2014 19:48 | simurg56

2. fîlma ku kêfa min xweş kiriye. fragmanên wê ne xerab in. hêvî dikim weke fîlmên din yên Darren Aronofsky kûr be.



12.02.2014 19:05 | simurg56