Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ibrahim tatlıses] de;

15. rizîlê dinyayê ku dîsa bi salan qûna akpê alast, bi şivan re dûetê kir di mîtînha akpê de, vê dawiyê ji bo dagirkirina efrînê stran jî çêkir lê dîsa jî nekarî bibe namzetê wekîlîyê.
xweyş dilê min! xwedê te efû neke îbo.



21.05.2018 21:11 | simurg56

12. kutaye binhişê bi milyonan ciwanên kurd û ereb. bi milyonan gêjên ku dibêjin qey dengê wan yekta ne, dixwazi n bibin wek wî. lê nizanin ku êdî wexta wî bixwe jî derbas bûye û tenê nanê hêza xwe dixwe.

mixabin ekola gelek ciwanên kurd û ereban e.

ekola mirov wisa be...



06.07.2014 02:42 | simurg56

4. di çûyîneke xwe ya li başûrê kurdistanê de, bi xwe alayeke mezin ya tirkiyê jî biribû û li cihê konserê dabû hilawestin.



02.07.2013 12:12 | simurg56


1. stranbêjeke tirk e ku nîvê eslê wî kurd e. tu caran xwe weke kurd nedaye nasandin, xwe her wekî weke tirk dîtiye û diyar kiriye.

stranên wî yê destpêkê wergerên ji kurdî bûn. bi vî awayî zimanê me îstîsmar kiriye û bêyî ku çavkanî nîşan bide jê sûd wergirtiye.

stranên wî yên din bi tirkî ne, bêqalîte ne, erzan in û ji xeynî evîn mevînê jî qala tu tiştî nake.

kengê pêwist bûbe tatlıses diyar kiriye ku li gel xelkê tirkiyê û hikûmetê ye.

li kurdistana tirkiyê ji aliyê kurdên welatparêz ve hema bêje qet nayê guhdarkirin û hezkirin.

lêêê nizanim çima ji aliyê kurdistana başûr ve gelekî tê hezkirin. hezkiriyên wî yê li wir qene zimanê stranên wî jî nizanin, lê dîsa jî hez dikin. û ev rewş jî min aciz dike û dike ku ji xelkê başûr ji ber tevgerên wan, nefretê bikim.

tatlıses her wiha li wir xaniyan û hwd. dide çêkirin û perê xwe qezenc dike û ev yek jî heç weke diyariyeke wî be tê nîşandan.

vaye dîsa çûye hewlêrê û mizginiyan daye wan: http://www.avestakurd.net/magazn/tatlises-dsa-li-hewlr-ye-h4461.html

xwedê aqil bide we, ey xelkê başûr. em bi we ne serbilind im.



02.07.2013 11:58 | simurg56