Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwîna spî] de;

4. gotinek xelet e. di nav gelê tirk de ji bo hilberînek ji xwînê taze donmuş plazma (fresh frozen plasma) dibêjin xwîna spî. Here lînkê tu eleqeya wê bi spîbûnê ve tune, rasterast zer e lê wisa dibêjin.

ev cûre hilberîna ji xwînê, ji xwîna tam tê bidestxistin. taybetiya wê ew e ku tê de erîtrosît tune lê tije faktorên hişkbûna xwînê (koagûlasyon û fîbrînolîz), proteîn û endamên sîstema kompleman dihewîne. di hinek rewşan de ji bo nexwe, tenê ev naveroka xwînê lazim e, di van rewşan de tê bikaranîn. weke mînak ji bo pêşîlêgirtinê xwînîbûnê an jî zêdekirina pestoya onkotîk ya xwînê.



tu eleqeya wê û lokosîtê tune. lokosît navê hucreyên spî yên di xwînê de ne. piranî nîşaneya reaksîyona li dijî enfeksiyonê ye.



yanî em dikarin bibêjin ku dema di laşê mirov de enfeksiyon hebe tişta ku zêde dibe ne xwîna spî ye; hucreyên spî yên di xwînê de ne.



15.09.2016 18:56 ~18:57 | simurg56