Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [radyo] de;

12. navê sepaneke androîdê ye. Here lînkê min îro keşf kir û gelek jê hez kir.
bi vê sepanê mirov dikare ji her aliyê dinyayê, bi hezaran radyoyan bi riya înternetê guhdar bike. tabî tê de radyoyên kurdî tune ne. lê ne xem e; mirov dikare lê zêde bike.
ji bo lêzêdekirinê ji we re navnîşana herka weşanê ya radyoyê pêwist e, min yên çend radyoyan peyda kirin;

(bnr: hakkari fm) ; http://46.101.171.110:1999
(bnr: radyoya dengê kurdî) ; http://95.173.188.155:9984/listen.pls
(bnr: firat fm) ; ttp://yayin.firatfm.com:3065/listen.pls
(bnr: kurdfm) ; http://radio.kurdfm.com:2199/tunein/-stream/kurdfm.pls


taybetiyên gelek xweşik yên bernameyê hene. mirov di radyoyên kurdî de dikare navê strana lê dide jî bibîne. min du radyoyên biyanî û van radyoyên kurdî li favoriyên xwe zêdekirin. û kontrola bişkojka berguhkê jî guhert: dema carek lê bitikîn radyo disekine/lê dide, dema du caran lê ditikim derbasî radyoya din ya min dibe, dema 3 caran ditikînim jî vedigere radyoya pêşîn. ez vê taybeytiyê di erebeyê de bi kar tînim. bi bişkojkên ser dîreksîyonê, bêyî ku telefonê ji bêrika xwe derxim van tiştan dikim.

van radyoyên li jor zêde nizanim, baş xuya dikin. ger we radyoyên din xwestin dikarim lînkên wan jî peyda bikim.



22.01.2017 16:23 ~16:27 | simurg56

11. (bnr: radyo ses)



05.12.2013 20:36 | simurg56