Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rûsya] de;

17. ger piştî tornîstana tirkiyê, berê xwe ji kurdên sûrî bizivirîne tirkiyê, wê dîsa xiyanetek li kurdan bike. erê jixwe kurdan helavbendiya amerîkayê dikir, lê bi rûsya û sûrî re jî baş bûn. dilê wan jî nedihiştin. û amerîkayê alîkariyek krîtîk li kobaniyê kiribû. ger rûsya tiştek wisa bike, wê kurd bi temamî bibin hevalê amerîkayê. ha, bi ya min ev ji bo wan çêtir e lê dîsa jî kurdan ji xwe evqas bi dûr nexistan baş bû.



bûyerên vê dawiyê ya li hesekê jî ((bnr: 18.08.2016 êrîşên balafirên sûrî ya li hesekê)) belkî têkildarî vê rewşê be. hinek dibêjin amerîkayê got û ypgê êrîş li navendên artêşa sûrî ya li hesekê kir da ku vê derê bi temamî ji artêşa sûrî paqij bikin.



20.08.2016 21:35 | simurg56

3. ji serî de yek ji hêzên diyarker bû di şerê sûrî de. lê di van demên dawîn de vê rola xwe hê quwettir jî dike û kes nikare bibe asteng.

him jî bi hevkirina amerîkayê. tabî di navbera her duyan de jî, tirkiye tê perçiqandin û meşrûtîyeta kurdan tê pesendkirin.



jixwe hema bêje her roj li amerîkayê rayedarek derdikeve û dibêje ew pydê weke terorîst nabînin. îro jî putînê serokê rusyayê gotiye "li sûrî, tenê hêzên esad û kurd bi wêrekî şer dikin li dijî terorîstan"

Here lînkê



28.09.2015 21:05 | simurg56

1. welatê ku îro kirimê (Crimea) bi xwe ve girê da û ji ber vê biryara xwe ji g8ê hat avêtin.



18.03.2014 20:54 | simurg56