Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêza erdkêşiyê ya çêkirî] de;

1. li fezayê tiştekî gelekî lazim e. loma dema hûn çûn fezayê ji bîr nekin, cem xwe bibin *



weke hûn zanin li fezayê hêza erdkêşiyê tune û ji ber vê yekê astronot nikarin di keştiyên xwe de bimeşin, ji ber ku hema cî de bi firê dikevin û difirin.

ji bo çareserkirina vê yekê hinek rêbaz hene;



1- ger erd hemû weke xalîçeyê be û pêlava we mîna cirt-cirtan be dema we gava xwe avêt, hûn ê bi firê nekevin *

ya xerab ew e ku divê her der xalîçe be.

(bnr: 2001: a space odyssey)





2- ger zemîna keştiya we miqnatîs be û li ser we jî materyalên hêsin hebin, wê we bikişîne erdê û hûn ê bikarin bi rê ve biçin.

ya xerab ew e ku îhtîmalek mezin miqnatîsek evqas mezin wê sîstema elektronîk xera bike. dîqat!



3- ger keştiya we mîna dînan her li dora xwe bizivire, wê hewaya di keştiyê de jî bi wê re bizivire û wê hûn ê jî bizivirin û ji ber hêza reva ji navendê / hêza navendrevî hûn ber bi kêlekên keştiyê ve werin kişandin û li wir ve bizeliqin. ger keştiya we weke sîlîndirek be û gelek mezin be (bi qasê bajarekê) û loma kêlekên wê têra xwe mezin be, hûn dikarin li ser kêleka keştiyê bijîn, xaniyan ava bikin, çandiniyê bikin û hwd. lê dema we li ezmana xwe nêrî, hûn ê aliyê din ê keştiyê bibînin ku li wir jî wê mirovên weke we hebin. yanî hûn ê bibin ezmanên hev.

gelek fantastîk e. lê tekane riya guncan vêga ev e.

(bnr: rama)

(bnr: arthur c. clarke)



17.04.2014 20:22 | simurg56