Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşik-danegeh] de;

25. bi alîkarîya mirovekirind, 64 pirtuk/kovar û hwd. li danegehê hatin zêdekirin.
bi alîkarîya xwelî li ser jî, pirtûkek hat lêzêdekirin.
hejmara pirtûk/kovar/rojname û hwd. materyalên di danegehê de bûn 1187 heb û 8 gb.



25.07.2021 09:10 ~09:11 | simurg56

24. bi rastî jî belkî danegeha herî fireh ya li ser înternetê ye. wek mergez gotî jê re navrûyek lazim e. ka em vî karî jî li lîsteya xwe zêdekin.



24.05.2020 09:51 | simurg56

21. piştî guhertina pêşkêşkera tirşikê, ji nû ve di weşanê de ye. di vê navberê de, 172 hejmarên 23 kovaran lê hatin zêdekirin.



08.04.2018 18:19 | simurg56

20. beşa ku dîsa ketiye weşanê. (ji ber barkirina pêşkêşkera tirşikê, ev demek bû girtî bû).



17.05.2017 21:27 | simurg56

16. danegehe ku carina tirşikvan jî pdf dişînin û em lê zêde dikin.

lê weke hatiye pêşniyarkirin, dikare bibe mîna beşa pirtûkan an beşa fîlman. wê demê wê googlê jî nas bike. lê jê re xebat lazim e.



15.02.2015 18:48 | simurg56

14. êdî bûye navendek mezin.

îro tê de 443 beşên kovaran, 356 pirtûk û bi dehan pel û belgeyên dîtir hene. bi giştî: 5.48 gb e.



21.07.2014 20:33 | simurg56

13. êdî bûye navendek mezin.

îro tê de 443 beşên kovaran, 356 pirtûk û bi dehan pel û belgeyên dîtir hene. bi giştî: 5.48 gb e.



21.07.2014 20:33 | simurg56

12. bi lêzêdekirina berhemên li 500 pirtûkên kurdî di lînkekî deyê hêj mezintir bûye.

îro ji wê arşîvê 180 pirtûk, 88 kovar û gelek tiştên din li danegeha tirşikê hatin zêdekirin.



05.07.2014 23:41 | simurg56

11. dangeha ku îro 295 hejmarên kovarên kurdî lê hatin barkirin. yanî 4 gb firehtir bû.



01.07.2014 21:39 | simurg56

9. arşiva ku gelek pirtûk û kovar û belgeyên nû jî lê hatin barkirin û jehmara pirtûkan nêzikî 200an bû.

(bnr: durmak yok yola devam)



11.05.2014 16:08 | simurg56

6. danegeha ku nêzikî 90 heb pirtûk jî lê hatin barkirin.



08.05.2014 22:50 | simurg56

5. danegeha ku bi qasê 20 heb pirtûk jî lê hatin barkirin.



07.05.2014 19:45 | simurg56

3. xizmete ku bişkojka wê li jor hate zêdekirin. li cem butonên îro û duh êdî bişkojka "danegeh" heye.



01.05.2014 20:58 | simurg56

1. danegeha ku pel û belgeyên kurdî yên ku li înternetê peydakirina wan zehmet e, wê lê were barkirin ku herkes bikare sûdê jê wergire.
navnîşan ev e; Here lînkê

vêga me peldanka kovar vekir û hejmarên kovara mîrkut, weke pelên pdf lê bar kirin. dosyeyên wisa ger di destê tirşikvanan de hebe, em dikarin li vir bar bikin.



01.05.2014 14:47 ~2021.07.25 09:11 | simurg56