Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [thiago de mello] de;

1. Thiago De Mello helbestvanekî brezîlyayî ye.





ZAGONA MİROV

XALA I.

Li gorî vê zagonê

ya grîng rastî ye ji nuha pê ve

ya grîng jiyan e

dest bi dest

ji bo jiyana rast wê bihête xebitîn



xala II.



li gorî vê zagonê

mafê sêşemên biewr jî he ye

ku bibe şeveqek lahdê



XALA III.



Li gorî vê zagonê

wê gulên berbiro hebin di her şibakê de

ji gulên berbiro re jî hatiye naskirin

mafê di siyê de vekirinê;

şibak wê gişê rojê vekirî werin hiştin

li şênahiya ku hêvî lê qam drêj dike



XALA IV.

Li gorî vê zagonê

dilê mirov wê li mirov neşeit e

wê mirov, bi mirov ewle be êdî

weke dahla ku bi bayê ewle dibe,

weke bayê ku bi hewê ewle dibe,

weke hewaya ku ewle dibe

bi zeviya ezmanê hêşîn



PARAGRAF I.

Mirov wê bi mirov ewle bibe

weke zarokê ewle dibe bi zarok



XALA V.



Li gorî vê zagonê,mirov rizgarbûne

ji bindestiya viran.

Tukes ne mecbûr e li xwe bipêçe êdî

mertalê bêdengiyê,

yan jî çeka peyvan.

berî şêraniyê wê rastî bihête dayîn

ber mirovê li ser sifrê



XALA VI.



Li gorî vê zagonê

wê pêk were xewna pêxember:

gur wê bi miyê re biçêre

çi ekl stendibin ji xwarinên xwe,

wê dîsa heman eklê bistînin.



XALA VII.

Li gorî vê zagonê

wê rastî û ronahî bin yê desthilatdar

û dilşadî wê bibe alek

ku di zikê mirov de bi camêrî diheje

.....

XALA X.

Li gor vê zagonê,herkes

kengî xwest wê karibe li xwe ke

cilên eydê



XALA XI.

Li gorî vê xalê,

heywanê hezker e mirov

xweşik e

ji stêrka şeveqê jî xweşiktir e.

MELLO



17.07.2013 14:37 | cirano