Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çilferşik] de;

1. Çûkek ji malbata binerdokan.Bi latînî:Oenanthe finschii...Çûkekî çiyayî ye,li ciyê bilind û kevirokî dijî.qama wî bi qeysî 15-16 cm'yan e.bin zikê wî û ser pişta wî ji paş ve heyta teriyê,ji pêş ve jî ser serê wî spî ye û ciyê din giş reş in.



Li gorî ku dihê qalê dema ku çile dest pê dike ev çûk çil heb ferşik dixe qula xwe û her rojê yekî dihavêje derve.Roja ku çil heb ferşikê xwe giş qedand ew roj çileyê hişk diqede û ê nerm dest pê dike.Ji ber vê yekê jî li gundên derdora stewrê navê wî kirine çûkê çilferşik...





wêne:



http://500px.com/photo/40985646



21.07.2013 23:06 | cirano