Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên pêşiyan] de;

42. (bnr: nokên bêxwê dixwe tirrên şor dike) (Ji Gundê Cirzê)

(bnr: pîreka fediyok bi gundekî,zilamê fediyok bi kundekî)

(bnr: berî baranê ba,berî mirinê ta tê)

(bnr: guro nemre buhar hat,kero nemre qîvar hat)

(bnr: dunya gulek e,bêhn bike û bide hevalê xwe)

(bnr: dunya dem e,him petêx e him lem e)

(bnr: qûnê bi min re neyê bêhna gû ji te tê)

(bnr: carinan zor dizane,carinan zêr)

(bnr: ne xwar ne da hevalan;genî kir avêt newalan)

(bnr: ker çû seferê dîsa hat kerê berê)

(bnr: berxê sêwî nabe beran)

(bnr: derew sêwî ye)

(bnr: bêhn tengî ji qûn tengiyê tê)

(bnr: çû heyfa dê,qûna bavê li ser kir)

(bnr: ma aqilê qûnê hebûna tirr dikir?)

(bnr: evîn bê sînor e)



dema rewşa min a aborî baş bû, dost û mervên min ji min re digotin şewketê apê qasim.piştî ku rewşa min hinek xerab ket ez bûm şewkê.nuha kes ji min re nabêje şewkê jî,dibêjin çewkê...şewketê cirzî.



16.07.2013 12:16 ~2015.03.07 16:03 | cirano