Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ikea] de;

3. Kompaniyek Swedî ye. Her tîpeka ku navê IKEA'yê pêktînin wateyeka wan heye. Navê avakerê vê kompaniyê Ingvar Kamprad e.
I: ingvar (navê avaker)
K: Kamprad (paşnavê avaker)
E: Elmtaryd ( navê gundê ku ingvar lê xwedêdaye)
A: Agunnaryd ( navê cotgeha-çîftlîk- ingvar lê jiyayî)
Me gellek pêdiviyên malê û pêlîstokên zarokan jê kirîn e. Bi rastî berhemên wan gellek bi kêrhatî û pratîk in.
Berhemên mezin ji xwe demonte ne. bi awayek hêsanî mirov bi xwe dikarê wan saz bikê.
Min di sala 2013ê de ji bo kurê xwe kursiyê mamayê yê bi modela antîlop kirîbû. Gellek qaîm derket. Me heya 3 saliya kurê min bikar anî. Naha jî em heman kursîyî ji bo keça min bikartînin. Hê sipûsaxlem e.
Buhayên berhemên wan hinekî zêde ne. Weke din tu carî kargoyê belaş naşînin.



16.12.2019 01:19 ~14:31 | nan û av