Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ford focus] de;

2. Eyb e ez bêjim lê erebeya ku ez bikartînim e. Lê ya min modela 2012ê ye(Hatchback e). Min destê 2yê kirîbû. Dema min kirî xweyê erebeyê tenê salekî ew erebe bikar anî bû. Nêzikî modela sifirê bû. Kîlometreya wê 25 hezar bû. Stara Xwedê lê bê ev nêzîkî 7 sal e ti pirsgirêkên motor û teknîkî pê re ne derketine. Tenê min carekî akuya wê guhert. Ji xwe ew jî tişteka normal e. Weke din hemî bakimên wê di demê wê de dikim. Erebe 7 salî ye lê hêjî konfora wê heye. (Dengê têr ji deriyên wê tê *)
Min carekî di otobanê de leza wê ceriband û heya 180yê rehet çû. Nêzîkî 200ê erebe hêdî hêdî dileriziya. Ji 2012ê vir ve teknolojiya erebeya bê guman gellek gellek pêş de çûye. Yên naha ji aliyê konforê ve ji aliyên taybetmendiyan ve pêşketîtir in. Îmkana min hebê ezê dîsa focusê bikirim. Li gor min mirov poşman nabê.



23.11.2019 01:14 ~01:15 | nan û av