Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çaya bêşekir] de;

6. ez naha bibêjim ez jî çayê bê şekir vedixwim ez nizanim gelo wê bibê reklam an na? lê ez bawerim ne hewceye mirov bi vê yekê zirt û forta biavêjê..çawa vexwarina çaya bişekir tiştek ji rêzê bê li gor min vexwarina çaya bêşekir jî tiştek ji rêzê ye.. em werin ser meseleya her der û demê diyarkirina vexwarina çaya bêşekir. li hin derên ku mirov diçê mêvandariyê xwediyê malê li ber mirov şekirî digirê dibêjê ma ti şekir navêjê çaya xwe. wê demê mirov bivê nevê lazim e bibêjê ez çayê bêşekir vedixwim.. yanî dema mirov mecbûr bimînê ez bawerim tiştek normal e.. lê ne lazim e hema tu her der û her seetê bibêjê welle ez çaya bêşekir vedixiwim.em werin ser ta'ma wê.. ev e nêzîkê 2 (du) sal e ku ez şekir navêjim çaya xwe.. lê hema min ji nişka şekir qût nekir.. gav bi gav. berê min 3 şekir diavêjte çaya xwe.. hino hino min kêm kir. heyva pêşiyê min kir 2 şekir, heyva 2yê min kir şekirek û heyva 3ê jî min yekserî dev ji şekir berda.. lê ez naha çaya tehl venaxwim. dema ez li malê bim her û her ez lîmonê dixim çaya xwe. heke ez çûm mêvandariyê ger pêk werê ez lîmonê dixwazim lê eger pêk nehat ji bo ku tehliya çayê bistînê ez mecbûrî şekirekî dikim çaya xwe..Rastî jî dema mirov hînê çaya bêşekir bibê çaya ku 2-3 şekir hatî avêtin li ber mirov weke şerbetê ye.. Min evqas tişt gotin lê bi xwedê ne ji ber zirtê xwe bidim e ye..



06.04.2014 16:28 | nan û av