Tirşik - Profîl
tirşik-profîla înano lo

profîla "înano lo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên tirşikê ku piştî demeke dirêj tenê ji bo parvekirina hin lînkên nivîsên xwe sereke li tirşikê didin] de;

7. gava ku di tirşikê de çav bi vî serenavî ketim hinekî tirsiyam û veciniqîm çimkî min zanibû ku tirşikvanekî zîrek dê navê min jî li bin vî serenavî deyne û sirf ji ber vê yekê dizîka ketim ber fediyê. ne karekî rast û xweş e dizanim ku meriv tenê ji bo belavkirina hinek nivîsên xwe serî li tirşikê bide û wekî din, ebeden, tek silavekê jî lê neke. lê weku xewnname gotiye, daxwaza min jî ew bû ku haya tirşikvan û tirşikbînan ji çend nivîsên derbarê kesên din çê bikim loma min tenê lînka hinek hevpevyînan belav kir. lê her çi jî be, ji bo ku karibim ji bin vî barê eyba mezin û şerma giran derkevim, ez ê car û baran li van deran bitirşikînim. rexma ku tim û dayîm min tirşik dişopand, lê dîsa jî, piştî çend salên bêdengiyê, cardî merheba ji we re. *



14.02.2017 14:16 | înano lo