Tirşik - Profîl
tirşik-profîla seydayê_peyvan

profîla "seydayê_peyvan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fatma savci] de;

3. helbestkar û pexşannûseke Î kurd e. ji nisêbînê ye. berê gerîlla bû.



Çiqas diyên me

dehe deh hitikan biwelidînin jî,

nobedrên desthiltdaran

Ji nasnameyên me pirtir,

dîsa hejmara gûleyan

ji salên zarokên me zêdetirin?..



gulÊn qasid

***



-Berf dibare-



Mam asê

Di newalê çavên te de



Berf dibarê gulik gulik

Ser mijangê te.



Roj,

Ji keskesorekê jî

Mehrum dihêlê bejna min



Payîz bi ser stêran de jî digrê

Diweşîne pel bi pel

Roniya xeyalên min.



Zivistan kon vedide

Li dilê min.



Bûm xwîşka heft bira

Di çîrokan de,

Pisîkê bi agirê min de mîst

Û tenê hût

Şahê agir e neha...



xewnÊn zÎvÎn



29.09.2013 02:46 | seydayê_peyvan