Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tivirloismail

profîla "tivirloismail"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bê edebî û bê hurmetiya niviskarê tirşikê] de;

11. tişta ku ez dibinim ku tehamula hevalên pkkyî ji rexnê re tûne.tirşik ferhengeke interektîve,hewl dide ku li ser her tiştî herkes bîr û baweriyê xwe binivîse,henekan bike ziman daqurçine hwd.îcar pîvanê rexnê çiye ser vê mijarê her û her gengaşî heye. mînak ezê bêjim ez ji pêxemberê îslamê muhemmed heznakim,hê jî bi min merivekî baş nîne. hîn kes hene dikarin ber vê gotinê serê min jêbikin hîn musluman jî hene dibên ev fikra te ye. Ez dibêm ez ji apo heznekim gorî min fikir û ramanê wî ji bo kurdan nedicîdene hê pEtir bi min merivekî nebaşe, bi awayekî qerfî jî dikarim van yekan bêjim. lê hin mîlatan ji bo vê yekê jî berê xwe didin meriv wey te çima wiha gotiye.birayê min xweşkê min hûn ji kê hezbikin ,bihewînin jî gelek kesê jî wî heznekin,hûn bikin nekin nikarin dinê tev bixin ser riya xwe, ji xwe dinyake wiha jî bêkêf, beradayî faşizaniye. îcar dev ji slogana berdin li karê xwe binhêrin.vir de her cûre meriv dikare fikir û ramanê xwe parve bike ji xwe re henakan bike, ya balkêş ewe wextekî murat karayilan pirtûkek nivîsî rexneyên tund li xwe li pkk kir, kesekî din heman tişt bigotana ji wan re dihate gotin xayîn. îcar tirkî dibên ji qiral pêtir qiralcî, bi xwêde derdê van qiralciyan ne rexneye, nexwaşokin da ku meriv rexnekî li hezkriyê wan dike ditirsin ji wan we tirê erdê binê wan hejiye, lewre ji xwe nebawerin. cardin nikarin tiştekî bikin. me dirêj kir tişta ku ez dizanim ev kes mecbûrin van rexneyan sehbikin,hê guh jî bidinê hebe gotineke wan daberbikin. tûnebe jî bila ser dêla xwe ji xwe re rûnên. ma ocalan ji xwêdê mezintire kurê bavan xwêdê ji kirine pêkenokê xwe hûn di xewna çi danin hê.



08.09.2013 00:29 | tivirloismail