Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xewnname

profîla "xewnname"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkfiroşgeha ensarê] de;

7. pirtûkfiroşa ku min di newroza sala 2014'an de du pirtûk jê dizîbû ku herdû pirtûk jî mem û zîn'a ahmedê xanî bûn. gerçî ji vana yekî heval enes dizîbû û gotibû ku yek ji te re yek jî ji heval hesen re. ji van pirtûkan yek bi qabê zêr yek jî normal bû. min yek da hevalê xwe hesen û ewî ya qabzêr jî xwest. ji ber wî herdû pirtûk jî li mala wî li pirtûkxana wî ma. di ser re nêzê salek derbas bû û di şevek zivistana sar de ez bi keçikek "turk solu" re çûm mala wî ku ji ber betlanê ew jî çûbû diyarbekirê. keçik nizanim bo xwe li ber dilê min xweş bike an jî bi rastî; digot ez dixwazin kurdî hîn bibim. min jî girt pirtûka qabzêr da wî lê helbet pêşî beşa zewaca tajdîn û stî jê re xwend. helbet ez ê behsa dawiya vê çîrokê nekim. bila li vir biqede lê ez dikarim bibêjim ku pirtûka me ya qebzêr bû qurbana şevekê... heval hesen hê li pey pirtûkê ye, ger ku ez pir pere qezenç bibkim heman pirtûkê ez ê jê re bistînim.



28.03.2015 14:53 | xewnname